PeyamaKurd – Fraksiyona El Sairun ya bi rêbertiya Muqteda es Sedr li Parlementoya Iraqê lîjneyek taybet ji bo lêpirsînê li ser Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bide destpêkirin ava kir.
El Sairun ku fraksiyona herî mezin a parlementoya Iraqê ye û hevpişka herî mezin a hikûmeta Iraqê ye, bi destpêkirina xwepêşandanên Iraqê re daxwaza dest ji kar kişandina Adil Ebdulmehdî dike.
Parlementerê El Sairun Riyaz Mihemed ji medyaya Iraqê re ragihand ku ew ê hemû rêyên yasayî li dijî Adil Ebdulmehdî bidin destpêkirin û Ebdulmehdî beşdarî civînên parlementoyê jî nabe, ji ber ku wan lîjneya lêpirsînê li ser Ebdulmehdî pêk aniye.
Muqteda Sedr serdana Qûmê ya Îranê kiribû û piştî civîna ligel rêbêrê dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderan anîbû ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin