PeyamaKurd - Li Ûkraynayê di nav de Wezîrê Derve Dmytro Kuleba, 4 wezîr û 2 cîgirên serokwezîran dest ji kar berdan.
Destjikarberdana 6 dîplomatên payebilind ên Ûkraynî ji aliyê Serokê Parlamena Ûkraynayê Ruslan Stefanchuk ve ji raya giştî re hate ragihandin.
Ev demek e, li Ûkraynayê li ser destjikarberdana Wêzîrê Derve Kuleba spekulasyon dihatin kirin.
Li gel Wezîrê Derve Dmytro Kuleba, Cîgirê Serokwezîr Irina Vereshchuk û Cîgirê Serokwezîr Olha Stefanishina, Wezîrê Pîşesaziya Stratejîk Oleksandr Kamyshin, Wezîrê Dadê Denis Malyushka û Wezîrê Parastina Jîngehê û Çavkaniyên Sirûştî Ruslan Strelets jî dest ji kar berdan.
Vereshchuk, cîgirê serokwezîr ê berpirsiyarê ‘jinûve entegrasyona Herêmên Demkî yên Dagirkirî" û Stefanishina jî cîgirê serokwezîr ê berpirsê "Entegrasyona Ewropa û Euro-Atlantîkê" bû.
Heta niha sedema rasteqîn a dest ji kar berdana ev burokratên payebilind nehatiye eşkerekirin, lê belê tê payîn ku îro li Ûkraynayê hin wezîrên din jî dest ji kar berdin.
“Zelenskiy dixwaze kabîneya xwe biguherîne”
Serokdewletê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy hîna di derbarê destjikar berdana van burokratan de ti daxuyanî nedane.
Tê gotin ku Zelenskiy dixwaze di kabîneya xwe de guherîneke berfireh pêk bîne û her wiha tê payîn ku wezîrên nû wê sibê ji raya giştî re bêne eşkerekirin.
Ji parlementerên opozisyonê yên Ûkraynayê Irina Herashchenko bertek nîşanî vê guherîna kabîneyê da.
Heraşçenko got: “Heta şerê bi Rûsyayê re bidome, divê Hikûmeta Yekîtiyê ya Neteweyî bê damezirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin