Li Diyarbekirê 3 wezîr bê malbata Narin Güran bibînin çûn ser gora wê

Li Diyarbekirê 3 wezîr bê malbata Narin Güran bibînin çûn ser gora wê

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmaz Tunç, wezîrê karên navxwe Ali Yerlikaya û wezîra malbat û xizmetên civakî Mahinur Özdemir Göktaş, li bajarê Diyarbekirê, bê seredana malbata Narin Güran bikin çûn ser gora wê û ziyaret kirin. Li goristanê di’a kirin û çîçek danîn ser gora wê.

Her sê wezîr bê ku malbatê an yek ji gundiyan bibînin ji ser gorê dageriyan bajêr. Di seredanê de muftiyê Diyarbekirê Celal Büyük li ser gora wê Quranê xwend.

Piştî seredana gorê wezîrê dadê Yılmaz Tunç ji bo rojnamevanan ragihand ku wê 22 gumanbar sibê derkevin ber dadgehê û got ku serokkomar Erdoğan bûyerê ji nêz de dişopîne. Tunç weha got:

“Ji bo kujer derên ortê her tişt têkirin. Lêkolînan dikin û wê kujer hesab bidin. 4.656 xebatkar 5 km2 sehayê kontrol kirin. Îfadên 267 kesan hat girtin. Li benda rapora lêkolîna kîmyewî ya tê texmîn kirin ku di bûyerê de bikaranîne. Ji ciyê bûyerê swap, ax, çamur û kevir sitendine û li benda rapora wan in. Em li benda rapora Narin Güranin ku ji Tib a Edlî ku encama bi temamî bidin me. Lêpirsîn bi her awayî dewam dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin