PeyamaKurd – Li welatê Rojavayê Afrîka Malîyê di êrîşa çekdaran a bi ser gundekî de, 26 kes hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan, li Malîyê komeke çekdar bi ser gundê Dembo yê bajaroka Bankassê de girtiye.
Şaredarê Bankassê Moulaye Guindo, ragihandiye ku êrîş şeva Yekşemê hatiye kirin û çekdaran gule bi ser gundiyên li nav zeviyên xwe kar dikirin reşandiye.
Guindo gotiye, herî kêm 26 gundî hatine kuştin û heta niha aliyekî berpirsiya xwe eşkere nekiriye. 1ê Tîrmehê jî di êrîşeke li Maliyê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin