PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, derbarê krîz û aloziya Ûkraynayê de ragihand, “Rûsyayê piştî salan 1945an û vir de plana şerê herî mezin ê Ewrpoya kiriye.”
Boris Johnson ji BBCyê re diyar kiriye ku di destê wan de raporên îstixbarî hene ku Rûsyayê amadekariya dagirkirina paytexta Ûkrayna Kîevê dike.
Johnson herwiha li ser pirsa "gelo nêzîk e?” jî got, “Tirsa min ew e ku delîl vê nîşan didin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin