Efserekî Pêsmerge yê teqawîd kustî hate dîtin

Efserekî Pêsmerge yê teqawîd kustî hate dîtin

PeyamaKurd – Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, efserekî Pêşmerge yê teqawîd kuştî hate dîtin.

Li gor rêveberê binkeya polîsên Domîz a bajarê Kerkûkê Eqîd Yusif Salih diyar kiriye: ‘‘Do 20.04.2021ê cenazeyê Pêşmergeyê teqawîd Muqedem Necat Hesen Mihyedîn ku di sala 1967an de ji dayik bûye, di nav baxê xwe yê li sînorê gundê Çîmen ê ser bi nahiyeya Qerehencîr a ser bi Kerkûkê ve, kuştî hate dîtin.’’

Herwiha da zanîn: ‘‘Ew kese rûniştvanê navçeya Dûriskek a bajarê Kerkûkê ye, ku ew navçeye dikeve sînorê binkeyê polîsê Domîz a bajarê Kerkûkê û naha lêkolîn derbarê kuştina wî kesî de destpê kiriye.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin