Kulîs: Sînan Ogan, ji Kiliçdaroglu daxwaza wê wezaretê kir!

Kulîs: Sînan Ogan, ji Kiliçdaroglu daxwaza wê wezaretê kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên kulîsê, hat îdiakirin ku li berê eniya Sînan Ogan ku di gera yekem a Hilbijartina Serokomariyê de ji % 5,17 dengan stendiye, li piştgirîkirina namzedê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu ye. 

Di agahiyên hatin dayîn de hat îdiakirin ku Namzedê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan, ji Kiliçdaroglu bi taybetî daxwaza Wezareta Karên Navxweyî kiriye.

Di dewama van agahiyan de hat îdiakirin ku bi taybetî li ser daxwaza wezaretê muzakereyên li ser piştgiriya Ogan a ji bo Kiliçdaroglû de dewam dikin. 

Her wiha bi berdewamî hat amajekirin ku li ser daxwaza Ogan, pêşniyaza Wezareta Koç û Koçberiyê ya ku nû hatiye avakirin hatiye kirin ku Ogan bibe wezîrê vê qada ku ji bo wan girîng e.

Di gera yekem a hilbijartinan de ji ber ku herdu namzedên Serokomariyê jî rêjeya ji % 50 bi dest nexist, piştgiriya dengên namzedê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan, ji bo herdu aliyan di asteke xeternak de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin