Sullivan: Dibe ku Rûsya ji peymanê vekise an jî berdewam bike

Sullivan: Dibe ku Rûsya ji peymanê vekise an jî berdewam bike

PeyamaKurd Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkî Jake Sullivan got, lêçûna dîplomatîk ji bo Moskowê wê pir mezin be eger Rûsya ji Peymana Korîdora Genimê Deryaya Reş vekişe.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan di hevpeyvînekê de ligel kanala televîzyonî ya CBS News, nirxandinên li ser Peymana Korîdora Genimê ya Deryaya Reş kir.

Sullivan bal kişand ku Peymana Korîdora Deryaya Reş wê sibê bi şev biqede û got, "Ez nikarim pêşbîniyê bikim ku (Serokê Rûsyayê) Vladîmîr Pûtîn wê çi bike. Di mehên dawî de sînyalên cuda dan. Dibe ku Rûsya ji peymanê vekişe an jî berdewam bike. "

Jake Sullivan got, ger Rûsya ji peymanê derkeve dê cîhan wê wekî "Rûsya pişta xwe daye başûrê gerdûnî, Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyayê" binav bike.

Sullivan da zanîn, wê Pûtîn biryarê bide û wiha got, "Em ji her senaryoyê re amade ne û em bi Ukrayniyan re ji nêz ve dixebitin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin