Bo kesên di ser 65 salan û di bin 20 salan de îznê da

Bo kesên di ser 65 salan û di bin 20 salan de îznê da

PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî civîna hukumeta Tirkiyê bo medyayê ragihand ku wê kesên temenên wan di ser 65 salan de ne û yên di bin 20 salan de ne, dê bi dorê karibin derên derve. Ev demeke dirêje ku li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê yên ji 65 salan mezintir û yên ji 20 salan biçûktir di mal de dimînin. Piştî nexweşîna Kovid-19 ê kêm bû, îzna derketina wan ya derve hat dayîn.

Kesên di ser 65 salan de, wê roja yekşemê siet di navbera 11.00 û 15.00an de, bi şertê ku mesafa xwe ji hev biparêzin, wê karibin derên derve. Yên di bin 20 salan de, yên temenên wan di navbera 0-14an de, wê 13 ê gulanê de, di navbera 11.00 û 15.00an de karibin derên derve. Yên di  navbera 15-20 salan de karibin 15 ê gulanê de, siet di navbera 11.00 û 15.00 an de derên derve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin