PeyamaKurd- Lîbya bo makezagona nû dê refrandûma xwe bike. Meclisa Temsîlkaran ya navenda wê Tobrûk e, piştî xebateka bi yek salê qanûna rêbaza makezagonê tesdîq kir.
Ragihandina qanûna rêbaza makezagonê di malpera Meclisa Temsîlkaran de li ser navê parlementer Îbrahîm Ez Zaxid hat belavkirin. Berya ku reşbeleka wê here komîsyonê, ew makezagona ku ji sala 2011an heya niha dirêdeye, tê de gotina “Yek herêma hilbijartinê” hebû û bi “3 herêmên hilbijartinê” hat guhertin.
Bo civîna meclisê, bo seretayî pêdivî bi 101 parlementerî heye û bo tesdîqkirinê pêdivî bi dengê 120 parlementeran heye. Di meclisê de bi temamî 200 parlementer hene.
Lê parlementerên herêma rojhilat ragihandin ku jimara parlementeran negihaye 101 ê û civînê boykot kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin