PeyamaKurd –Hate ragihandin ku li parêzgeha Kerkûkê encama teqînekê de 2 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.
Li gorî ragihandina medya Iraqê ku nûçeya xwe dispêrin çavkaniyên ewlehiyê, li rojavayê Kerkûkê di dema paqijkirina mînan de mînek bi tîma leşkerî ya Iraqê de teqiyaye û 2 leşker birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku birîndar bo nexwaşxaneyê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin