Li wî bajarî testa 26 berberan pozîtîf derket

Li wî bajarî testa 26 berberan pozîtîf derket

PeyamaKurd - Li bajarê Uşakê yê Tirkiyê 26 berber bi koronayê ketin û ew berber xistin bin çavdêriya pizîşkî.

Berber û navendên bedewiyê ku çarçoveya tevdîrên li dijî belavbûna koronayê 21ê Adarê hatibûn girtin 11ê Gulanê car din hatin vekirin.

Walîtiya Uşakê bang li 421 berber û kuaforan kir ku berî ku dest bi kar bikin testa Covid-19ê bikin û piraniya wan hatin testkirin. Di encama test û pişkinînan de testa 26 berberan pozîtîf derket. Berberên ku testa wan pozîtîf derketiye xistin bin çavdêriya pizîşkî.

Ji hêla din ve hin berberan diyar kirin ku rewşa wan a tendirustiyê baş e xwe li malên xwe îzole kirin û ew dê dikanên xwe venekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin