Biden: Dîroka resa girîng e

Biden: Dîroka resa girîng e

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden, alîkariya civaka Afrîka-Amerîkî ya li welêt ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nirxand û got, "Dîrok girîng e, dîroka reşa girîng e."

Biden resepsiyonek li Qesra Spî ji bo "Meha Dîroka Reş" ku tevahiya Sibatê tê pîroz kirin, kir.

Biden xîtabî koma vexwendiyan kir ku piranî endamên Kongreyê yên reş û nûnerên civaka reşik in û got, "Dîrok girîng e, dîroka reşa girîng e. "Pêwîst e Amerîkî ne tenê li gor daxwaza fêrî dîrokê bibin, divê herwiha pêdivî heye fêr bibin em jî neteweyek çawa ne, baş, xerab an rast."

Biden diyar kir, ew li dijî her cure nîjadperestî û newekheviya li dijî civaka reşik in û mafê dengdanê yê reşikan diparêzin. "Em zindîbûna çand û dîroka reş dibînin ku nayê veşartin ji ber ku ew di giyanê vî miletî de dijî, lê ew hemî dîroka Amerîkî dewlemend dike, em ew in."

"Meha Dîroka Reş" ku cara yekem di sala 1926an de wek hefteyekê hat destnîşankirin û di sala 1970yî de bi fermî hat qebûlkirin, her sal di meha Sibatê de tê pîrozkirin. Meha Dîroka Reş armanc dike ku rûmeta civaka reş bikişîne ser dîroka Afrîkî-Amerîkîyên li wî welatî ku ji Afrîkayê wekî kole hatine anîn û tevkariyên wan ji Dewletên Yekbûyî re.

Li gorî serjimêriya 2021, li Dewletên Yekbûyî 50 mîlyon mirovên xwenas "reş" hene, ku ji sedî 15-ê nifûsa Dewletên Yekbûyî pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin