PeyamaKurd- Hêzên Heşdî Şebiyê bi awayekî fermî ji Şingalê û derdora wê derketin. Piştî vê geşedanê, erkdarên Şingalê bang li hêzên Iraqî û pêşmergeyan kirin ku werin li herêmê bi cih bibin.
Serokê Meclîsa Navçeya Şingalê Weysî Naîf ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku hêzên Heşdî Şebiyê bi awayekî fermî ji Şingalê û derdora wê derketin. Lê heke piştî vê re hêzên pêşmergeyan neyên li herêmê bi cih nebin, ji bo ewlehiyê, valahiyeke mezin çêdibe.
Naîf wiha berdewam kir: “Niha li nava bajarê Şingalê, tenê çekdar û pêşmergeyên Êzîdî mane. Çekdarên Heşdî Şebî nemane. Em dixwazin ku komeke çekdarên Iraq û pêşmergeyan bi hev re werin û ewlehiya bajêr pêk bîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin