PeyamaKurd - Serok Barzanî peyameke hevxemiyê ji kesûkarên qurbaniyên bûyera bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê re şand. Serok Barzanî di beşek peyama xwe de wiha îfade dike: “Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sine dikim û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim.”
Şeva bûrî li bajarê Sinê tankereke veguhastina sotemeniyê li baseke neferhilgir ket, di encamê de nêzîkî 15 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek jî birîndar bûn.
Peyama Serok Bazanî bi tevahî wiha ye:
“Bi mixabîniyeke mezin şeva bûrî li bajarê Sinê di encama agir bi baseke neferhilgir ket û hejmarek welatî bûn qurbanî.
Ev bûyera diltezêne û giyanjidestdana welatiyên bajarê Sine em hemû xembar kirin. Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sine dikim û hevbeşiya xema wan im. Hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.
Ji xwedêyê mezin daxwaz dikim sebir û aramiyê bide her aliyekî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin