PeyamaKurd - Seroka Desteya Bicîkar a Civata Sûriya Demokrat Ilham Ehmed ragihand, ku civînên wan ji bo cara yekem bûn û li ser daxwaza Hikûmeta Sûriyê bûn û di wan civînan de, behsa mijarên giştî û pirsên xizmetkariyê hat kirin.
Seroka Desteya Bicîkar a Civata Sûriya Demokrat Ilham Ehmed, beşdarî bernameya (Basî Roj) a K24ê bû û ragihand, ku civînên wan ji bo cara yekem bûn û li ser daxwaza Hikûmeta Sûriyê bûn û di wan civînan de, behsa mijarên giştî û pirsên xizmetkariyê hat kirin.
Ilham Ehmed zelal kir, ku ew rijd in li ser çareseriya demokratî ji kirîza Sûriyê re û derbarê Doza Kurdî jî baweriya wan bi Rêveberiya Xweser û sîstemeke nenavendî heye û heger rêketin li ser vê yekê bê kirin, çêdibe ku sîstema nenavendî bê pêşxistin û hemû pêkhateyên Sûrî cihê xwe têde bigirin û mafên xwe bidest bixin.
Ilham Ehmed tekez kir, ku aliyê rêjîmê bi hişkî nêzîkî pirsa (Nenavendiyê) dibe, lê weke (MSD) ewê li ser bizav û danûstendinên xwe li gel rêjîmê berdewam bin, tevî ku gav hêdî hêdî tên avêtin û got: Ev danûstendin jî destpêkek in daku rijandina xwînê li Sûriyê bê rawestandin.
Ehmed diyar kir, ku baweriya hêzên wan ji YPG û HSD bi yekîtiya axa Sûriyê tê û ew ji bo projeya mafên gelan û demokrasiyê û sîstema nenavendiyê jî kar dikin û xebatê dikin û ji destpêkê ve jî YPGê û HSD xizmet ji vê pirojeyê re kirine.
Navhatî got jî: Divê rêjîm xwe şaş neke û bizav neke ku bi hêzên xwe vegere Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku xelkê deverê bi dirêjiya 7 salan fêr bûye çawa xwe biparêze û nabe hêzên rêjîmê derbasî deverê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin