Prof. Dr. Mustafa Muslum koça dawî kir

Prof. Dr. Mustafa Muslum koça dawî kir

PeyamaKurd – Prof. Dr. Mustafa Muslum bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê li nexweşxaneyekî li bajarê Dîlokê, îro ber destê sibê wefat kir. Muslum bi sedema şerê navxweyî yê li Sûriyê di sala 2014 an de hatibû Tirkiyê û îltîca kiribû.

Prof. Mustafa Muslum 81 salî bû û hem birayê serokê berê yê BDP ê Muslum Salih bû. Cenazê Mustafa Salih ji aliyê mirovên wî de hat birin bo Binxetê.

Prof. Mustafa Muslum berê li welatê Misrê li Zehrayê mamoste û rektor bû. Li ser wefata wî, şêwrimendê çapemeniyê yê Zehrayê Yaşar Yavuz di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:

“Alimê îslamê û profesor Mustafa Muslum li Dîlokê li nexweşxana dewletê ya Abdulkadir Yuksel bi sedema koronayê tedawiya xwe dikir lê mixabin koça dawiyê kir. Mekanê wî bihişt be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin