PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, do li Bexdayê bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya.
Di civînê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bal kişand ser belavbûna çekên ne qanûnî yê Iraqê û metirsiya wê.
Kazimî da zanîn, Hikûmeta Iraqê ketiye bin barekî giran ji ber belavbûna çekên ne qanûnî, ev jî bûye metirsiyeke mezin li ser aramiya Iraqê.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê diyar kir, hêzên ewlehiyê bi rijdî li ser sepandina qanûnê berdewam in. Bo parastina dîplomatên biyanî jî, çi ji destê wan tê dikin û dê bikin jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin