Di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de 3 jin dibin wezîr

Di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de 3 jin dibin wezîr

PeyamaKurd - Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku ji aliyê Mesûr Barzanî ve tê pêkanîn, cara yekem 3 jin dibin wezîr. Herwiha du jin postên Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Sekretariya Parlamentoyê birêve dibin. 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bêgerd Talebanî bo Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê nîşan daye. 

Tevgera Goranê jî Kuyistan Mihemed ji bo Wezareta Kar û Karûbarên Civakî kiriye namzed.

Herwiha tê gotin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî Dr. Vala Ferîd ji bo wezaretekê dike namzed. 

Vala Ferîd jî Seroka Parlamentoya Kurdistanê ye ku tê çaverêkirin di çend rojên bê de wê postê radestî berbijêra YNKê Rêwas Fayiq bike. 

Li Parlamentoya Kurdistanê jin ji heyamên berê zêdetir in ku ji sê endamên Desteya Serokatiya Parlamentoyê 2 kes jin in ku Dr.Vala Ferîd seroka parlamentoyê û Muna Qehweçî jî sekretera parlamentoyê ne. 

Di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tenê wezîreke jin hebû û ew jî Wezîra Şarevanî û Geştûguzarê Newroz Mewlûd bû ku ji pişka PDKê bibû wezîr.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin