Balafirên Tirk dorûbera Amedîyê du caran bombebaran kir

Balafirên Tirk dorûbera Amedîyê du caran bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê berî nîvro balafirên şer ên Tirkiyê Geliyê Bazê yê navçeya Amêdî ya Duhokê bombebaran kir.

Rêveberê Nehiyeya Kanî Masê ya navçeya Amêdiyê Serbest Sebrî ragihand ku balafirên Tirk îro li demjimêr 11.20 du caran Geliyê Bazê yê sînorê nehiyeya Kanî Masê ya Amêdiyê bombebaran kirine.

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de ziyaneke canî çênebûye, lê bûye sedema tirsê di nav xelkê deverê de.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiye ji 15ê Hezîrana 2020an ve oporesyonên bejahî û asmanî bi hinceta hebûna PKKê li herêma dorûbera parêzgeha Duhokê berdewam dike ku heta niha 6 sivîl jî di bombebaranan de hatine şehîdkirin.

Herwiha Tirkiye bi qasî 30-45 kîlometre ketiye nav erda Herêma Kurdistanê û hejmarek zêde gundên dorûbera Zaxoyê hatine valakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin