PeyamaKurd – Îro 11ê Adarê li paytexta Tirkiye Enqerê civîna danasîna Partiya Demokrasî û Pêngavan (DEVA) ya ku wezîrê berê yê AKPê Alî Babacan seroktiya wê dike hat kirin.
Babacan di gotara danasînê de bernameya partiya xwe eşkere kir û got, wê mafên demokratîk ên Kurdan bên dayîn û herwiha soza vegera li sîstema parlamentariyê ya bihêz û destûreke nû bo Tirkiyê da.
Herwiha Babacan diyar kir ku ew soz didin biryarên hikmê qanûnê (KHK) ku bi sed hezeran kes bi hinceta FETO ji kar hatine avêtin, ji darizandinê re vekin û bi rabûna Rewşa Awarte re jî hemû doz û encamên wan KHKyan ji holê rakin.
Babacan dibêje, wê têkoşîna partiya DEVA bi FETO. PKK û DAIŞê re jî bê tawîzdanê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin