PeyamaKurd - Li herêma Mîrcava yê Belûcîstan-Sistanê ku dikeve sînorê Îran û Pakistanê di navbera grûbeke çekdar û leşkerên Îranê de şer û pevçûn derket.
Li gor çapemeniya Îranê, li herêma Mîrcava yê Belûcîstan-Sistanê ku dikeve sînorê Îran û Pakistanê di navbera grûbeke çekdar û leşkerên Îranê de şer û pevçûn derket. Di pevçûnê de 4 jê eskerên artêşa Îranê 7 kes hatin kuştin.
Fermandariya Hêzên Bejayî ya Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şevê din seet li derdora 01:30an li sînorê Pakistanê grûbeke çekdar hewlda ku kuleya çavdêriyê kontrol bikin.
Li gor daxuyaniya fermandariyê 3 kesên ku dixwestin sînor derbas bikin hatin kuştin û di pevçûnan de jî 4 eskerên artêşê canê xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin