PeyamaKurd- Rêxistina AFADê ragihand ku li herêma erdhejê ya Xarpêtê (Elazığ) û Meletiyê xebatên rizgarkirin û lêgerînê temam bûne. Xebatên bo hemwelatî dagerin ser jiyana xwe ya normal ya berê û xebata bo başkirina jiyana wan dewam dike.
AFAD bi navê xwe yê dirêj ‘Serokatiya Rêvebiriya Afet û Halê Lezgîn e ku bi ser wezareta karên hundir yê Tirkiyê ve ye, ragihand ku di encamê de 45 kes hatine rizgarkirin, 41 kes wefat kirine, 1539 kes birînên wan derman bûne, dermankirina 68 kesan dewam dike. 26.397 çadir gihaştine herêmê.
Rakirina enkazan dewam dike. Xaniyên ku raporên hilweşandinê bo wan hatine dayîn wê tev bên xerabkirin û di şûna wan de yên nû bên avakirin. Alîkariya pera tê dayîn lê divê di ser rêya muxtaran, paşî qeymeqamî û paşî navenda rêvebiriya krîzê de bigihê destê mexdûran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin