PeyamaKurd – Hat ragihandin ku agir bi kargeheke pola ya Îranê ket û dengê çend teqînên bihêz li wê kargehê hatin bihîstin.
Li gorî zanyariyan îro danê sibehê agir li kargeha pola ya Zerend li parêzgeha Kirmanê ketiye û teqîn di dema şewatê de çêbûne.
Qaymeqamê bajarê Zerend Elî Sadiqpûr teqînên di nav kargehê de red kiriye û ji medya Îranê re daye xuyakirin ku sedema şewatê madeyên pola û bêyî ti ziyanên canî agir hatiye kontrolkirin.
Kargeha pîşesaziya pola, li ser erdekî 376 hektarî ye û 7 kîlometran ji bajarê Zerend yê parêzgeha Kirmanê dûr e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, sala borî ew kargeh hatibû vekirin û demên dawî jî ketibû nav lîsteya dorpêçên Amerîkayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin