PeyamaKurd - Şîretkarekê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî nivîsek bi sernavê ‘Kurtegotinek li ser ziyanên kesên rêderketî û teslîmbûyî’ belav kir û tê de got, beşek ji arîşeyên Hewlêr û Bexdayê, ji ber teslîmbûna hinek kesên kurd e li Bexdayê.
Arif Ruşdî di nivîsa xwe ya ‘Kurtegotinek li ser ziyanên kesên rêderketî û teslîmbûyî’ de dibêje, di dîroka bizava kurdiniyê de her dem hinek hebûne ku bi teslîmbûnê ziyan gihandine xebatê. Ewên han ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve mîna tiştekî erzan hatine bikaranîn.
Arif Ruşdî li ser arîşe û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û diyar dike, îro heman ew kes li Bexdayê jî hene û xwe teslîmî destê neyaran kirine û bûne sebeba alozbûna arîşe û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Şîretkarê PDKê dide xuyakirin, ew kesên xayîn, ji bo ku ziyanê bigehînin xelkê xwe û welatê xwe, çi ji destê wan tê, dikin û heta ji destê wan tê dixwazin arîşeyan mezin bikin û nehêlin bên çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin