PeyamaKurd - Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li qeraxa çiyayê Himalayayê bi 50 hezar kesî re yoga kir. Herwiha li seranserê Hindistanê li gelek bajaran din jî bi hezaran kes beşdarî çalakiyên yogayê bûn.
Bo Roja 4em a Navdewletî ya Yogayê Serokwezîrê Hindistanê Modi çû bajaroka Dehradunê. Piştî hilhatina rojê li qeraxên Himalaya 50 hezar kes kom bûn û beşdarî çalakiya yogayê bûn.
Modi di axaftina xwe de bang li hemwelatiyan kir ku li mîrateya xwe xwedî derkevin û got, "Yoga li tevahiya cîhanê gelek jiyan dewlemend kir."
Ji aliyê din ve li seranserê Hindistanê li gelek bajaran bi hezaran kes beşdarî çalakiyên yogayê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin