Amerîka hêzên xwe yên li welatekî din vedikisîne

Amerîka hêzên xwe yên li welatekî din vedikisîne

PeyamaKurd – Li gor nûçeyên medya Amerîkî ku dispêrin rayedarên leşkerî, Amerîka dê beşeke mezin ji leşkerên xwe yên li Afganistanê kêm bike û vekişîne.

Di nûçeyan de hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê plan dike 7 hezar leşkerên Amerîkayê ji Afganistanê bikişîne û ev vekişîn jî di nav çend mehan de pêk were.

Hîn nûçeyên vekişîna ji Afganistanê ji aliyê karbidestên Amerîkî ve nehatiye piştrastkirin.

Trump du roj berê jî bi twîtekê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ragihandibû û ev biryar wekî polîtîkayeke nû ya Amerîkayê di rojeva cîhanê de hîn tê nîqaşkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin