PeyamaKurd - Şarezayê leşkerî Lîwa Mihemed Emîn got, tenê hêzên hevbeş ên wezareta Pêşmerge mafê wan heye li zîna Wertê bin û ti hêzeke din nabe li wê deverê bicîh bibe.
Li gorî nûçeya BasNewsê Şarezayê leşkerî Lîwa Mihemed Emîn bi bîr xist, Zîna Wertê di nav axa herêma Kurdistanê de ye, derveyî hêza hevbeş a wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ti hêzeke din mafê wê tine ku hêzeke çekdarî, yan jî milîs li wê navçeyê bicîh bike.
Lîwa Mihemed Emîn destnîşan kir, “Ji ber wê her hêzeke din li wê navçeyê hebe, ew hêz ne rewa ye û milîs e û eger ew hêzane tevgera wan a leşkerî hebe, yan jî ti tevgerekî wan nebe jî, pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê demekî herî kurt de wan ji Zîna Wertê derbêxe. Di cîha wan de hêza Pêşmerge bicîh bike, bo ku sînorê me ji metirsiya navxwe û derve parastî be.”
‘Mebesta PKKê alozî û têkdana ezmûna Herêma Kurdistanê ye’
Li ser hebûna hêzên wek PKKê li Zîna Wertê jî şarezayê leşkerî got, “Tenê bo çêkirina alozî û têkdana ezmûna herêma Kurdistanê ye. Pêwîste ew hêza çekdar Zîna Wertê vala bike. Ji ber PKK berdewam hewla wê yekê daye ku asayîşa herêma Kurdistanê rastî metirsiyên mezin bê. Em hemû dizanin bahaneya herî baş a dewleta Tirkiyê bo bombebaranên gundên Kurdistanê tenê hebûna PKKê ye. Eger PKK navçeyên Kurdistanê vala bike, wê demê Tirkiye ti bahaneyekî wê namîne, bombebarana sînorên axa Kurdistanê bike, yan jî sînorê herêma Kurdistanê bibezîne.”
‘Mafê rêwa yê Herêma Kurdistanê ye Pêşmerge bicih bike’
Lîwa Mihemed Emîn got, bi salane PKK, bi awayekî neyasayî hêzên xwe li herêma Kurdistanê bicîh kiriye, ew ji aliyê dewletên herêmî ve tevger bi wan tê kirin û parastvanên sînor in bo wan dewletên ku bi wê ve girêdayîne bi sînorê herêma Kurdistanê ve. Bi taybet jî Tirkiye, Îran û Sûriye. Ji ber wê ‘Hikûmeta herêma Kurdistanê mafê wê yê rewa ye hêza Pêşmerge li wê navçeyê bicîh bike û rê nede ti çekdarekî PKKê û ti hêzeke din li wê navçeyê de bicîh bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin