PeyamaKurd - Li gundê Çermeya Qersa bakurê Kurdistanî ji ber ku roviyekî har nexweşî berda kuçik û çêlekan, rayedaran gund hildan karantînayê.
Mehek berê roviyekî ji gund derbas dibû û kuçikê Nusret O. gevizîn.
Li gor îdiayan piştî vê gevizandinê nexweşiya harbûnê derbasî kuçik bû. Paşê kuçikê har çêlekên Ercan O. girtin û piştî çend rojan çêlek nexweş ketin.
Xebatkarên Midûriya Xurek, Çandinî û Heywandariyê dema lêkolîn kirin di çêlekan de nexweşiya harbûnê tespît kirin.
2 çêlekên har ên mirine û 4 çêlekên nexweş yên hatin îtlafkirin ji hêla rayedaran ve hatin çalkirin.
Doxtoran malbat kontrol kirin ku ka nexweşî derbasî wan bûye an na.
Mixtarê gund Fîlît Ataysinlar ji rojnamevanan re got cara ewil e ew li gund rastî tiştekî wiha tên û wiha axivî: "Xebatkarên Midûriya Xurek, Çandinî û Heywandariyê heywanên nexweş çal kirin. Min li gund bang kir ku her kes kuçikên xwe aşî bike. Hema meheke bûyereke wiha çêbû. Ji heywanan nimûneyek hildan û şandin Erziromê. Malbata ku heywanên wan har bûn jî kontrola tenduristiyê derbas bû. Gund hildan bin karantînayê."
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Huseyîn Duzgun jî got li gund hemû tevdîr hatine dîtin, hemû pişîk û kuçikên gund hatine aşîkirin.
Duzgun got nexweşî ji rovî derbasî kuçik, ji kuçîk jî derbasî heywanên din bûye, ji ber vê wan gund hildaye karantînayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin