Li Efrînê mayînek teqî, zarokek mir!

Li Efrînê mayînek teqî, zarokek mir!

PeyamaKurd- Duh sibehê li gundê Tirmûşa mayînek teqî. Di encama teqînê de zarokek mir û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên herêmî du zarokan li mala Nûrî Hesê pêl mayînekê kirin. Zarokê bi navê Hemûdê Qere Hiso jiyana xwe ji dest da û zarokê bi navê Cemîl Heyder jî birîndar bû.

Tê ragihandin ku leşkerên Tirkiyê ev du meh in bi hênceta paqijkirina mayînan nedihişt ku kes herê malên xwe. Lê berî du rojan destûr dan ku hinek kes vegerine malên xwe. Êdî ev bûyer jî piştî vê geşedanê pêk hat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin