PeyamaKurd - Wezareta Elektirîkê ya Kurdistanê ragihand ku ew hewl didin 4 santralên din yên elektirîkê çalak bikin.
Wezareta elektirîkê li ser rewşa elektirîkê ku di mehên havînê de kêm dibe ragihand, li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 350 mêgawat elektirîk tê çêkirin lê elektirîka pêwîst, 4 hezar û 500 mêgawat e, ji ber wê jî elektirîk kêm bûye.
Wezaretê da xuyakirin, ew elektirîka ku rojane tê dayîn 13 heta 15 demjimêran e û eşkere kir, ew hewl didin 4 santralên din yên elektirîkê aktîf bikin ku şiyana wan ya 400 mêgawatan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin