PeyamaKurd – Sînorê Kantona Şehba û navenda wê kantonê bajarê Til Rifetê ku di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de ne, bi dijwarî tê topbarankirin.
Ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser diyar kiriye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Enqerê ve, wê navçeyê topbaran dikin.
Têkildarî topbarana herêma Şehbayê û navenda wê bajarê Til Rifetê, artêşa Tirkiyê heta niha ti zanyarî belav nekiriye.
Heta niha jî ti agahî derbarê zerarên topbaranê de nayên zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin