Ser û pevçûnên li Donbasê gur bûn: Rûsya û Ûkrayna hevdu tawanbar dikin

Ser û pevçûnên li Donbasê gur bûn: Rûsya û Ûkrayna hevdu tawanbar dikin

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên dawî şer û pevçûnên li herêma Donbas a Ûkraynayê di navbera serhildêrên girêdayî Rûsya û hêzên artêşa Ûkraynayê de zêde bûne. 

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandiye ku 5 kesên ji bo sabotajê ji Ûkraynayê hatine û sînor derbas kirine hatine kuştin. Lê belê Ûkraynayê ew nûçe red kir û diyar kir ku derew e.

Tê ragihandin ku bombardiman û pevçûn di navbera hêzên her du herêmên cudabûyî Donetsk û Luhansk û hêzên artêşa Ûkraynayê de berdewam dikin û her du alî jî hevdu bi êrîşkirinê tawanbar dikin.

Çavkaniyên Ûkraynayê red dikin ku êrîş ji aliyê wan ve hatibin kirin. Herwiha medya Rûsî jî îdia dike ku hêzên ûkraynî êrîş dikin û heriwah dibêjin, bombeyeke ji aliyê Ûkraynayê li qereqoleke sînorî ya Rûsî ketiye.

Rêveberiyên her du herêmên ji Ûkraynayê cuda bûne, îro careke din alîkariya leşkerî ji Rûsyayê xwestin ku li gorî welatên NATOyê ev yek ji bo dagirkirina Ûkraynayê derxistina hincetên Rûsyayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin