Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, çekdaran di 23yê mijdara borî welatiya bi navê Heyat Sibhî ya ji gundê Elî Karo yê bi ser navçya Bilbilê revand.
Rêxistinê eşkere kir, bi hincetên bê bingeh Heyat Sibhî ku dayîka zarekeke çend mehî revandin û birin girtîgeha çekdaran a li navenda Efrînê.
Hevjînê Heyat Hemze Hisên neçar dimîne zaroka berşîr rojane bibe girtîgehê ku 25 km dûrî gund e, da ku şîrê dayika xwe bigire.
Hemze Hisên ji bo ku hevjîn û zaroka xwe ji vê rewşê xelas bike, neçar dimîne pereyan bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin