PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl di derbarê şerê li sînorê Şingalê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de berdewam e diyar kir: “Ji ber ku YBŞê rê li trafîkê girt, pevçûn destpê kir.”
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê do bi daxuyaniyekê da zanîn: “Şeva borî û îro danê sibê li navçeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bûyerên asayişê rû dan. Divê raya giştî hûrgiliyên van bûyeran bizane. Komeke rêxistina bi navê YBŞê çend rêyên ku navçeya Sinûnî û Xansurê bi tax û gundên cîran ve girê didin birîn.”
Di berdewamiyê de ragihand: “Di ronahiya yekem a vê rojê de leşkeran li rojavayê Nînova dest bi operasyonê kirin. Leşkeran xwestin bi endamên YBŞê re ji bo vekirina rêyan têkiliyê deynin; lêbelê, ew rastî gulebarana çend sekvanan hatin. Avahî û rê bi teqemeniyan hatin tijekirin.”
Herwiha Yehya Resûl eşkere kir: “Yekîneyên me bi awayekî rasterast bersiv dan kesên ku gulebaran kirin, li gorî rêgezên tevlêbûna van hêmanan ji bo parastina qanûn û nîzamê mudaxele kirin.
Resûl destnîşan kir: “Li vir, pêwîst e amaje bi hevkarîkirina mezin a welatiyan û alîkariya hêzên ewlekarî û leşkerî bo vegerandina tiştan bo rewşa xwe ya asayî û redkirina hemû reftarên neqanûnî bê kirin.”
Herî dawî diyar kir: “Fermandariya Operasyonên Hevbeş telîmat da ku li dijî her reftar û kiryareke ku ewlehî û nîzamê têk bibe, li gorî rêgezên tevlêbûnê tevbigerin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin