PeyamaKurd - Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî radigehîne, gelê tirkmen li Kerkûkê ti pirsgirêka xwe li gel gelê Kurd tine ye.
Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî ragihand, pêwîst e desteya destpakî ya Iraqê kar li ser hemû gendeliyan bike, ne tenê kar li ser bi armanc kirin û hedef kirina berpirsên tirkmen bike.
Erşed Salihî got, Qaymeqamê Kerkûkê ku tirkmen e û bi tometa gendeliyê hatiye girtin û red kiriye mala xelê hilweşîne ku li ser erdê xwe avahî û xanî çêkirine û dema rejîma Beis a Seddam de erdên wan ji wan hatibûn standin.
Serokê Eniya Tirkmen diyar kir, tirkmenên Kerkûkê ti pirsgirêka wan li gel netewa kurd tineye, lê ‘’Hemû hemwelatiyên Kerkûkê pirsgirêka xwe li gel hikûmeta Iraqê heye.’’
Ev daxuyaniya Erşed Salihî piştî wê tê, ku qaymeqamê navendî yê Kerkûkê bi gendeliyê hat tometbar kirin û hat girtin û Eniya Tirkmen jî gef xwarin ku eger neyê azad kirin dê xwepêşandanan bikin û piştre bi kefalet hat azad kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin