PeyamaKurd - Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên piştî civîna kabîneya doh Duşemê derbarê aboriya Tirkiyê de, nirxê dolar careke din bilind bû û gihîşt nêzî 13 lîre û nîvê lîreyê Tirk.
Banka Navendî ya Tirkiyê 18ê Mijdarê rêjeya faîzê puanek daxistibû û ji wê rojê ve dolan li hember lîreyê Tirkî bilind dibû ku gihîştibû 10.60 lîreyan.
Erdogan doh piştî civîna kabîneyê gotibû ew dê li ser siyaseta daxistina faîzê berdewam bin û bi daxuyaniyên wî re careke din dolar li hember lîreyê tirkî rekor şikand û ji 11 lîreyan heta 13,35 lîreyan bilind bû. Herwiha Yek Euroyek jî gihîşt 15.00 lîreyan.
Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meha dawî de li hember dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborîyê bi giştî ye ku opozîsyon hilbijartinên pêşwex dixwaze.
Erdogan îro hilbijartinên pêşwext jî red kir û got, wê hilbijartin di sala 2023yan de di dema xwe de bêne kirin û bi taybet piştî vê daxuyaniyê jî nirxê dolar hîn zêdetir bû li hember lîreyê Tirkî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin