Shell ji mezintir projeya petrokîmyayê ya Iraqê vekisiya

Shell ji mezintir projeya petrokîmyayê ya Iraqê vekisiya

PeyamaKurd - Wezareta Pîşesazî û Bûjenan a Iraqê ragihand ku kompaniya Shellê ji projeya petrokîmya ya Nebrasê vekişiya ye.

Di daxuyaniya Wezareta Pîşesazî û Bûjenan a Iraqê de hate diyarkirin ku kompaniya Shellê ragihandiye ku ji ber ew nikarin danûstandinên bi Wezareta Pîşesazî û Bûjenan a Iraqê re di derbarê projeya Nebrasbo de weke sermayedarekî sereke hevkariyê bidomînin, daxwaza lêborînê kiriye.

Li gor daxuyaniyê, Shellê ji wezaretê re ragihandiye ku ew ê bi ser hevkariya bi kompaniya Gaza Basrayê re piştgiriya xwe ya ji projeyê re bidomîne.

Di daxuyaniya Wezareta Pîşesazî û Bûjenan de hate gotin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî daxwaz ji wezaretên pîşesazî û neftê kiriye ku vebijarkên din lêkolin da ku baştir bersiva dabînkerên gazê bidin.

Peymana Shell û hikûmeta navendî

Peymana vê projeyê di 28ê Kanûna 2015an de di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û kompaniya Shellê de hatibû îmzekirin.

Li gorî peymanê wê rêjeya beşdariya wezaretên Iraqê yên pîşesazî û Neftê ji sedî 51 û ya Shellê jî ji sedî 49 bû.

Li gorî gotina Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asem Cîhad, projeya Nibrasbo, li parêzgeha Besrayê mezintirîn navenda petrokîmyayî ya Rojhilata Navîn e û wê di du qonaxan de bê sazkirin. Qonaxa yekem; amadekarî û dîzaynkirin, ya duyemîn jî pêkanîna projeyê be.

Sazgeha petrokîmyayê ya ku wê di çarçoveya vê projeyê de bê avakirin çaremîn mezintir sazgeha petrokîmyayî ya cîhanê be. Tê pêşbînîkirin ku ev proje ji bo 40 hezar kesên ku di beşên cuda yên kertên petrokîmyayê de bibin xwedî kar û salane 1.4 milyar dolar dahatê ji Iraqê re bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin