Îsraîl: Îranê, kestiyên xwe kirine baregehên terorî

Îsraîl: Îranê, kestiyên xwe kirine baregehên terorî

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, di derbarê Îranê de îdia kir ku armanca Îranê ew e ku keştiyên sivîlan veguherîne "baregehên terorîstan” û amaje kir ku van keştiyan jî li sînoran bi cih dike.

Yoav Gallant di konferansa "Herzliya 2023" de ku bi sernavê "Di Serdema Nezelaliyê de Vîzyon û Stratejî" ya ji aliyê Enstîtuya Siyaset û Stratejiyê (IPS) ya Zanîngeha Reichsmann a Îsraîlê ve hat lidarxistin de axivî.

Gallant got ku "Îsraîl keştiyên bazirganiyê yên sivîlan vediguherîne keştiyên leşkerî. Ev keştiyên ku ji bo hilgirtina her cure çekan, balafirên bêmirov, moşek, pergalên êrîşê û îstîxbarata pêşketî, digihîjin deh, carinan bi sed hezaran tonan.

Îran, bi vî awayî dê van keştiyan li deverên dûrî sînorên Îranê bi cih bike. Armanca wê ew e ku wê veguherîne navendeke terorîstan." 

Gallant amaje kir ku herî dawî hat tomarkirin ku yek ji van keştiyan ber bi Kendava Adeneyê ve diçû û ev yek jî parçeyek ji terorîzma deryayî ya Îranê ya li Kendava Fars û Behra Erebî ye û ev kiryarên rêveberiya Tehranê dê di heman demê de li xwe bigire û Deryaya Hindîstanê, Deryaya Sor û Deryaya Spî got ku ew hewil dide berfireh bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin