PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di derbarê şerê navbera Ukrayna û Rusyayê de agahiyên wendahiya zarokên qurbanî dan.
Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, navên 3 zarokên ku di êrîşa dawî de bûne qurbanî parve kirin û got ku
"Dmytro 13 salî ji Kharkiv, Lisa 4 salî ji Vinnytsia, Serhii ya tenê 2 rojî ji Novosolone ye. Ew jî di nav de 500 zarokên bêguneh bûn ku ji ber êrîşa Rusyayê jiyana wan têk çû. Gelek ji wan dikaribûn bibin akademîsyen, hunermend, şampiyonên werzîşê yên navdar. Ew dikaribû beşdarî dîroka Ukraynayê bibe. Ew bûne qurbaniyên moşekên dijmin û nefreta wan. Ev moşek berdewam in ku jiyana xortên Ukraynayî distînin."
Zelenskiy diyar kir ku ji ber sedemên şer ne pêkan e hejmara tevahî zarokên birîndar bên tespîtkirin û got, "Hîn jî ne pêkan e ku hejmara zarokên birîndar ên ji ber pevçûnên çalak û dagirkirina demkî ya beşek ji Ukraynayê birîndar bûne were tespîtkirin. Divê em li ber xwe bidin û li vî şerî bi ser bikevin. Divê hemû Ukrayna, hemû gelê me, hemû zarokên me ji terora Rusyayê bên rizgarkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin