PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî bo Libyayê Stephanie Williams, li konferansa danûstandinên Libyayê ya Mexrîbê ragihand ku aliyan lihev kiriye di nav 18 mehan de li Libyayê hilbijartin bê kirin.
Di daxuyaniya Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin ku gaveke nû derbarê çareseriya rewşa Libyayê da hatiye avêtin û di navbera aliyên Libyayê de lihevkirin çêbûye ku di nav 18 mehan de hilbijartinên giştî bikin.
Hêjayî gotinê ye, çend hefte berê jî di civînên aliyên Libyayê yên di bin çavdêriya NY de, peymana agirbestê hatibû ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin