Bîlançoya 3 rojan a xwepêsandanên Iraqê hat eskerekirin

Bîlançoya 3 rojan a xwepêsandanên Iraqê hat eskerekirin

PeyamaKurd - Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê, Hêmin Bacelan ragihand ku di xwepêşandanên li Bexdayê, heta niha 19 kes hatine kuştin, hezar û 41 kes birîndar bûne  û 216 kes jî hatine binçavkirin.

Hêmin Bacelan hejmara dawîn a kuştî û birîndarên alozî û şerên di navbera xwepêşandan û hêzên ewlekariyê de eşkere kir û got, heta niha di wan xwepêşandann de, 19 kesan canê xwe ji dest dane, hezar û 395 kes birîndar bûne û 216 kes jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin.

Bacelan ragihand ku berî salekê jî wan hişyarî dabû hikûmetê ku daxwazên xelkê hene û wiha axivî: “Bi taybet di xwepêşandanên Besrayê de, lê belê guh bi hişyariyan nehat dayîn. Di çend mehên destpêka îsal de jî me çend raport dane hikûmeta Iraqê, dîsan jî guh nedan wê jî, bi taybet li hin parêzgehên başûr ên wek Semawe, Besra û Nasiriye, me dengê xwepêşanderan gihande hikûmeta Iraqê. Lê rewş gihîşt rewşeke weke îro, ku rewşeke nayê xwestin e.”

Hêjayî gotinê ye, ev sê roj in li pey hev li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandanên protestokirina hikûmetê berdewam in ku ji ber alozî û tundûtujiya navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan, rewş gihîştiye asteke metirsîdar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin