PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye zindanîkirin, ji rojnameya Le Monde a Fransî re nameyek nivîsand.
Demirtaş di nameya xwe ya de ji Le Mondeyê xwest, darizandina wî ya li Tirkiyê bişopînin û piştgiriyê bidin.
Demirtaş di beşeke nameyê de, balê dikişîne ser ku ew ji ber nasnameya xwe ya Kurdî hatine zindanî kirin û wiha dibêje: “Ji bo mafê me yê azadiya derbirina ramanê û pêkanîna siyasetê ji ber nasnameya me ya Kurdî bi awayekî eşkere cudaxwazî hatiye kirin û ez îro ji we destek û hevkariyê dixwazin.”
Demirtaş di nameyê de bi bîr xist ku 5 hezar HDPyî di zindanan de ne ji bo danişîna doza xwe ya 12ê Kanûna 2018an a Enqerê xwest ku piştgiriyê bidin û danişînê bişopînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin