Li ser Instagramê daxuyaniya îstifaya zavayê Erdogan Berat Albayrak hat belavkirin

Li ser Instagramê daxuyaniya îstifaya zavayê Erdogan Berat Albayrak hat belavkirin

PeyamaKurd – Li ser hesabê fermî yê înstagrama Wezîrê Darayî û Xezîneya Tirkiye Beral Albayrak ku bi xwe zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e, ji posta xwe ya wezîrtiyê îstifa kiriye.

Di daxuyaniya îstifayê ya bi zimanê Albayrak hatiye nivîsîn de tê gotin ku ji ber nexweşiyê ango tenduristiya xwe biryara îstifayê daye û êdî wê demê ji bo malbata xwe veqetîne.

Herwiha dema ew parvekirin hat kirin, hesabê fermî yê Albayrak ê Twitterê jî bi awayekî balkêş hatibû astengkirin û xuya nedibû.

Hîn ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û nayê zanîn bê îstifaya wî rast e yan na. Lê belê hin kesên nêzîkî AKP û Erdogan li ser medya civakî îstifaya Albayrak piştrast dikin.

Daxuyanîya li ser înstagrama Berat Albayrak ev e:

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin