Li Pasûrê qeza çêbû: 1 mirî û 4 birîndar

Li Pasûrê qeza çêbû: 1 mirî û 4 birîndar

PeyamaKurd- Li navçe ya Pasûrê ya bi ser Diyarbekirê de,li gundê Eskarê pîkabekî qelibî û di encamê de 1 kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina çapemeniyê ajotvanê pîkabê Tahsin Eren desthilatiya xwe ya dîreksiyonê wenda kir û erebe gêrî newalê bû. Tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û mudaxeleyê bûyerê kirin. Her 5 birîndaran birin nexweşxane ya bi navê Dr. Abdullah Biroğul ya Pasûê ku nexweşxane ya dewletê ye. Ji nexweşxane ya dewletê 2 kesan sewqê nexweşxaneya Diyarbekirê kirin ku yek ji wan ajotvan Tahsin Eren bû. Lê Eren li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Dermankirina her 4 birîndarên din dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin