Berdevkê Operasyonên Hevbes: Emê bi Pêsmerge re hevkariyê bikin

Berdevkê Operasyonên Hevbes: Emê bi Pêsmerge re hevkariyê bikin

PeyamaKurd - Berdevkê Operasyonên Hevbeş yên Iraqê Tehsîn Xefacî piştî civîna şanda Wezareta Berevaniya Iraqê ligel şanda Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku ew dê digel hêzên Pêşmerge hevkariyê bikin.

Herdu şandên Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge cara yekem ji bo rêkeftineke fermî li ser ewlehiya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û hevkariya bo nehiştina terora DAIŞê civiyan.

Piştî civînê Berdevkê Operasyonên Hevbeş yên Iraqê Tehsîn Xefacî da xuyakirin ku lihevkirina navbera pêşmerge û artêşa Iraqê wê bandora xwe li dawî anîna DAIŞê bike ku liv û tevgera DAIŞê zêde bûye.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş yên Iraqê, naveroka civîna her du aliyan eşkere nekir, lê da zanîn ku ewê di rojên pêş de li ser naveroka civînê agahiyan belav bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge vegera hêzên Pêşmerge bo navçeyên nakokî li ser wan heye û tevgera DAIŞê jî zêde bûye guftûgoyê dikin ku li gorî daxuyaniyan herdu alî nêzîkî rêkeftinê bûne. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin