PeyamaKurd – Biryar e Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, vê hefteyê serdana Hewlêrê bike.
Li gor zanyariyan, biryar e Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di vê hefteyê de serdana Herêma Kurdistanê bike.
Herwiha hat diyarkirin, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Balafirxaneya Hewlêrê pêşwazî li Serokkomarê Iraqê bike û Serokkomarê Iraqê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive û di wan civînan de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin