Bi dronê êrîsî bingeha Amerîka ya li Hewlêrê kirin

Bi dronê êrîsî bingeha Amerîka ya li Hewlêrê kirin

PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê, îro 25ê Kanûnê ragihand ku êrîşeke dronî bi ser bingeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de, hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, êrîş bi rêya droneke bombekirî li ser bingeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku li Balafirxaneya Hewlêrê ye, hatiye kirin.

Dijeterora Kurdistanê, da zanîn ku êrîş li demjimêr 16:03 û ti zirarên canî çênebûne û geştên asmanî jî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê asayî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin