PeyamaKurd – Erdheja bi lerza 7,7an a ku li navçeya Pazarcika Mereşê pêk hat li Rojava û Sûriyeyê jî rû da.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) derbarê erdheja ku li Rojava û Sûrîyê qewimî de agahî da.
Li gorî vê yekê, heta niha 2 hezar û 150 kesan jiyana xwe ji dest dane, 1062 ji wan li herêmên di bin kontrola rejîmê de ne, 1088 jî li Efrînê û herêmên din ên di bin kontrola dijbereya Sûriyê de ne.
Li gorî daneyên Rewangehê, di erdhejê de heta niha 2 hezar kes birîndar bûne.
SOHRê diyar kir, hejmara zêde ya qurbaniyan ji ber nebûna tîmên tenduristiyê, pêdiviyên lezgîn û dermanan e, SOHRê banga alîkariyê li civaka navneteweyî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin