MSDê da zanîn, ti têkiliya wan bi van hilbijartinên nerewa û berovajî biryara navdewletî ya jimar 2254 tune ye.
MSDê herwiha diyar kir, Hikûmeta Şamê û opozisyon, ji hemû sûcên derheqê gelê Sûrî û astengkirina guftûgoyên çareya siyasî de, berpirs in.
MSD’ê eşkere kir: “Berî çareseriya siyasî, berdana girtiyan, vegera koçber û penaberan, danîna bingehine nû bo avakirina siyaseteke bêzordestî, her wiha naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê, em ti hilbijartinan nas nakin û dê beşdarî wan nebin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin